Hewar Gabar Nivîsî: Me çok nedanî, bila gelê me bi me serfiraz be

Me biberxwedanek bê hemsal dest bisala 2016’ê kir. Hatin û çûyînê vê berxwedanê di nav salê de pir hatin gotûbêj kirin û bê goman hê jî ya were guftûgokirin.
Ez dixwazim vegotina vê lehengtiya Çiyageran bi gotinek ya ristvanek Ereb vebêjim; dibêje “Ey dîrok ez ji te nefret dikim. Heke Silhedîn Eyûbî bin biketa casûsek Kurdbî, ji ber kû serketîye lehengek Erebe.”
Bê goman qadên xwesertiya wan hatî ayankirin dubare hatin dagirkirin û gelik lehengên me jî şehîd ketin. Ema ya zêde kes ne fikirî ev bi; gelo bi cenga van lehengan dewleta dagirker ket di çi rewşê de?
a) Wekû Gelê Kurd bi vê berxwedanê me ji dewleta dagirker re got “tu dikarî ruhê me bistînî ema azadiya me qetiyen.”
b) Em ji bû azadiya xak û gelê xwe, ji bû parastina ar û namusa xwe li devê deriyê xwe şehîd ketin. Gelo bi hezaran cendekên celadên li tax û zikakên me hatîn rayêxistin çima sekitîn? Aha, ji bû qesra sultanê sixte! Wê demê yên vale hatîn kuştin û pêwîste dê û bavên wan xwelî liserê xwe bikin ne dê bavê şervanên me Kurdane yên wan celadane.
c) Heke di nav vê salê de di sêrî de leşkerî, siyasî, aborî û w.d bigiştî binyata dewleta dagirker hejabe û li bînî dabe bandora Muhamed Tunc, Fermandar Çiyager û bisedan berxwedanvanên xwesertiyê kifşekere.
Kê çi dibêje bila bêje; heke lehengên me singa xwe li ber xendekan nekirina mertal dewleta dagirker ne diket di vî halî de.
Yên ji berya salekî fik û hesabên çûkvedana me dikirin niha li ser çûkan li ber deriyê berberên xwe direyên.
Dîrokê ev rastî bicaran piştrast kirîye, mifta serkeftinê ji dijminê xwe ne tirsîne. Aha fedayiyên Pêşeng APO di şerê xendekan de ev îspat kirin. Ne tenê îspatkirin mîxên dagirkertiyê li Kurdistanê leqandin.

Hewar Gabar: Em Kurd Çi Dixwazin?


Bê şik bûyerên di nav salê de li Kurdistanê û Turkiye qewimîn ji vê berxwedanê serbixwe nayên nirxandin.
Heke artêşa dagirker li hember berxwedanvanên qadên xweser têk neçûya riswatiya 15’ê Tîrmehê pêk nedihat. Neçar ne dima evqas di dawa DAİŞ’ê de rûnê û xwe evqas teslîmê dînvanên wekî El Nusra û w.d bike. Şepirzetiya li himber Putîne Orûsî, reyîna li ber deriyê Esed (Bişar Esad) serbarê encamên vê berxwedanê ne.
TOLHILDAN
Gotina pêşiyên Kurdan ya dibêjin, “Rom xayine! Bextê Romê nîne!” çîroka hezar sala ya hevretiya me û romê di nav xwe de dihewîne. Kengê li van bêbexta teng biye xwe avêtine ber derîyê me û kengê jî keysa xwe dîtin li me qulibîne.
Di şerê xendekan de jî heman rastî hat dubare kirin. Xwerêvebirina cewher ji berya şer salekî hatibî ayankirin. Dewleta dagirker dengê xwe derneyêxist heta zivistan di ser de hat. Kengê dizanî ji ber şertên zivistanê HPG nikare zêde mûdahale bike êrîşî YPS’ê kir.
Dixwazim vê xalê biteybet bêjim; hin bêhn, hin desthilanîn hene berê dîrokê diguherin û mohra xwe li her tiştî didin. Çiyageran bi vê zanebînê di meydana cengê de bê dudilî desthilanîn û biçûkvedanvanan çûk dan vedan. Ema ji bû pêşvanên qada siyasîya legal ya Bakurê Kurdistanê heman pesin nayên dayîn. Heke pêşvanên sîyasî yên qada legal dudilî nekirina û bibiryar paşvantiya gel bikirina bê goman di aliyê erênî de rewşa pir guhertîtir bîya. Faşîzma evqas bê pakî di ser wan de jî ne çûbîya.
Bi dîtina,min hê jî gotina Pêşengtiyê ya dibêje, “Li cihê her dest tevlî dibe hêlîn nayê avakirin” fêhm nekirine.
Ema yên Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dikin divê vê rastiyê baş bizanibin; heyfa zarokên Kurdan ji tu kesî re nahêle. Dagirker û celadên wan yên kirêgirtî jî di nav de.
Li qadên çiya HPG’ê, li bajarên Kurdistanê YPS’ê û li bajarên turka TAK’ê derbeyên giran li dewleta qesrê dan û ji hev êxistin. Gotina Muhemed Tunc “Me çûk veneda û bila gelê me bi me serefraz be” wekû ferman pejirandin û li her qadê dijmin tarûmar kirin.
Ji bû dagirker xwe ji van derban biparêze serokwezîr guhertin, wezîr guhertin, kirêgirtiyên nû girtin ema nafile bî.

Hewar Gabar Nivîsî: Dijminatî, bêminetî ye!


Niha em demjimarên dawî yên 2016’ê jiyan dibin. Dewleta dagirker û celadên wê yên kirêgirtî dibin derbeyên şervanên Fermandar Çiyager û Muhemed Tuncan de serkeratê dikin û di nav xwîna xwe de digevizin. Di aliyê leşkerî, sîyasî û aborî de li binî daye. Dûvê xwe kirîye di nav teşkê xwe de û li ber deriyê dijminên xwe yên doh dizûre.
Gelê Kurd wekî stêrek geş bilind dibe û di tarîtîya Kapîtalîzmê de dibe hêvîya mirovtiyê.
Bila ruhê we şad be pakrewanên azadiyê. Yên dixwestin bi gelê we çûk bidin vedan niha li ber herkesî çûk vedidin.

Hewar Gabar – ARYEN KURDÎ

Check Also

Hewar Gabar Nivîsî: Rewşenbîrên Kurdan û Kurdî

Wekû xwezayî her tim dabaşa nivîsên me dagirî û zulma dagirkeran û li hember vê şer û berxwedana lehengên me ye. Me xwest em di nav vê tofan û bahozê de nivîsekî ji rewşenbîrên Kurd û Zimanê Kurdî re veqetînin.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir