Serokwezîrê nû yê Fransayê Cazeneuve

Serokwezîrê nû yê Fransayê diyar bû. Li şûna Valls, Wezîrê Karên Hundir Cazeneuve hat ser wezîfeyê.

Li şûna Manûel Valls ê ku bi hinceta wê sala bê ji bo hilbijartinên serokkomariyê bibe namzet îstîfa kir, Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneuve hat ser qoltixa serokwezîrtiya Fransayê.

Li gor daxuyaniya Qesra Serokkomariyê ya Fransayê, hat ragihandin ku Serokkomar Hollanda, Cazeneuve yê 53 salî tayînî serokwezîrtiyê kiriye.

Cazeneuve, sala 2012’an ji kabîneya Hollande wek Wezîrê Ewropayê hatibû diyarkirin. Dûvre jî li wezareta bazirganiyê hat erkdarkirin, sala 2014’an de jî erka Wezîrê Karên Hundir rakiribû.

Di daxuyaniya Serokkomar Hollande de ku sêşema bihurî kiribû, dabû xuyakirin ku wê nebe namzetê serokkomariyê. Ev biryara Hollande pêşiya Valls vekiribû.

ARYEN KURDÎ

 

Check Also

Têkoşîna YPG’ê dibe filmê Hollywoodê

Têkoşîna YPG'ê ya li dij rêxistina terorê Daişê ku li Rojavayê Kurditastanê tê meşandin dibe fîlm.

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir